Li gelek taxên Şirnexê şerên dijwar diqewimin
Li Şirnexê ku di bin bombekirinek giran de ye, li gelek nuqteyan şerên dijwar diqewimin.
Li Şirnexê ku di bin bombekirinek giran de ye, li gelek nuqteyan şerên dijwar diqewimin.
Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê di roja 42’yemîn de didome, bomberdûmana hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê dewam dikin, li gelek taxan jî şerên dijwar diqewimin.
Hate dîtin ku li taxên Yenî, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Gazîpaşa yên ji saetên sibehê ve têne bombekirin, gelek mal hilweşiyan.
Li taxên ku dûman jê bilind dibin, lig elek nuqteyan şer bênavber didomin.
Her wiha li taxên Tekser, Vakifkent û Gundogdû jî cih bi cih şerên giran pêk tên.
Tê dîtin ku li derdora taxa Bahçelîevlerê jî cih bi cih şer hene.
Li bajarê ku tevgerek zêde ya ambûlansan hene, tevgera pêgerên hewayî yên keşfê tê dîtin.