Li gel ku Walitiya Tirk a Amedê mitînga BDP’ê ya ku dê îro ji bo piştgiriya bi girtiyan re qedexe kir, bi hezaran kes daketin qadan û guh nedan dorpêça polîsên Tirk. Pevçûnên gel û polîsên Tirk ên li gelek cihên Amedê dest pê kirin, didomin.
BDP’ê bi boneya piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên Kurd ên din girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatine destpêkirin û ketiya roja 53’emîn, li Amedê mitîngek li dar xist. Ji ber ku mitîng hate qedexekirin û li her kuçe û kolanên Amedê polîs hatin bicihkirin, pevçûn dest pê kirin.
Li gel qedexeya Waliyê Amedê û astengiyê polîsan ku li her derên bajêr kolan dorpêç kirine, bi tevlêbûna parlemeteran bi sedan welatî ber bi Qada Batikentê ve dest bi meşê kirin. Welatiyên ku li Qada Batikentê li gel asteniyên polîsan kom bûn jî rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Li gel mudaxaleya polîsan dîsa gelê bajêr kom dibe.
Rêxistina BDP'e bi boneya piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên PKK'yî û PAJK'ê ku 53 rojin berdewam dike xwest li Qada Îstasyonê mîtîngê pêk bîne. Lê Waliyê Amedê mîtîng qedexe kir.
Rêxistina BDP'ê ji bo walîtiyê mîtînga "Ji bo jiyana azad hevgihîhan wijdanî" diyar kir ku dê bi girseyî li Qada Batikendê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Beriya ku daxuyanî dest pê bike polîsan ji serê sibehê de li Qada Batikentê û li qada Îstasyonê tedbîrên mezin girt û qad dorpêç kir.
Bi sedan polîsên çevîk û maşîneyên zirxî li ber saziyên dewletê kom bûn û Qada Batikent û Îstasyonê ji çûn û hatinê re qedexe kir. Polisan qada Batikentê dagirt. Polîsên ku ji Êlih, Riha, Mêrdîn, Xerpêt û gelek navçeyen din anîn li derdora avahiya BDP'ê ya Amedê û Qada Batikentê dorpêç kir. Li jor jî bê navber helîkopter li ser semta Ofîsê û semta Baglarê turan dide xwe.
Polîsên Tirk bi bombeyên çavsoj û ava şid êrîşê girseyê kir, xwepêşandêran jî bi kevir molotof kokteylan bersiv didin êrîşa polîsan. Li aliyeke din, polîsan li navenda bajêr tedbîrên berfireh ên ewlekariyê girtin. Ji bajarên Dîlok, Meletî, Xarpêt, Êlih, Riha, Konya, Qeyserî, Tokat, Erzirom û bajarên din gelek polîs û wesayitên zirxî anîn Amedê.
Li aliyeke din, bi sedan welatiyên li ber avahiya BDP'ê ya bajar kom bûn, li gel parleenteran ber bi qada Batikentê ve dest bi meşê kirin. Parlemementerên BDP'ê Altan Tan, Ayla Akat Ata, Sirri Sureya Onder, Nursel Aydogan, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir û gelek kesên din li qada Batikendê ketin çalakiya rûniştinê. Li aliye din polisan bi bombeyên gazê mudaxaleyî koma ku li qada Batikentê kom bibûn kir.
LI BER WALÎTIYÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Piştî çalakiya rûniştinê, li gel Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û parlementerên BDP’ê û şaredaran çûn avahiya walîtiyê.
Şaredar û parlementeran li ber walitiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Demîrtaş da zanîn ku ew ê der barê waliyê ku destûr neda mitîngê de daxuyaniyek bidin çapemeniyê.
POLISAN POZÊ BERDEVKÊ HDK'Ê ŞKANDIN
Piştî aloziya ber walitiyê polîsan mudaxaleyî koma ku parlementer û şaredarê BDP'ê jî hebûn kir. Polisan di mudaxaleyê de pozê berdevkê HDK'ê yê Amedê şkand.
ÊRÎŞÊ KONÊ ŞÎNÊ KIRIN
Bûyerên li navçeya Rezan, Ofîs, Batikentê berdewan dikin. Hate zanîn u polîs bê navber polîs bombeyên gazê diavêjin kolanan û malan. Hate zanîn ku polîsan di êrîşê de li gel malan bombeyên gaze û ava şit avêt Mala Şînê ya Pasûriyan.