Li qada leşkerî ya navçeya Cizîrê teqîn pêk hat. Di teqînê de nehat zanîn ku mirî an jî birîndar çêbûn an na.
Li Fermandariya Garnîzonêya taxa Nurê ya Cizîra Şirnexê şevê din saet di 23.00'an de 2 teqînên mezin li pey hev pêk hatin.
Der barê encama teqînê, birîndar û miriyan de tu agahî nehat zanîn. Der barê teqînê de rayedaran jî tu daxuyanî nedan. Piştî teqînê gelek maşîneyên zirşî yên polîsan sewqî taxa Nûrê hatin kirin û tedbîrên gelek berfireh girtin.