Li navçeya Farqîn ya Amedê wesayîta leşkerî ya diçû operasyonê qulipî û 15 leşker ji cihên xwe yên cûda birîndar bûn.
Di demjimêrên serê sibehê de operasyona ku li sêgoşeya Farqîn-Lîce û Pasûrê bi tevlîbûna cerdevan û bipiştgiriya hewayî destpê kir, ber bi demjimêrên şevê ve di dema operasyonê de li bejahiya gundê Başbûg yê li ser sînorê navçeya Pasûr û Farqînê wesayîta leşkerî qulipî û 15 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi helîkopterên skorsky rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê.