Di demjimêrên serê sibehê de gelek balefir ji navçeya Farqînê rabûn û ber bi herêmên gundê Boşat û Başnîqê ve çûn.
Ji demjimêrên serê sibehê ve li navçeya Farqîn ya Amedê liv û tevgera helîkopteran didome. Helîkopterên ku ji Fermandariya Alaya Cendirmeyan ya Textîkî rabûn, ber bi herêma gundên Boşat û Başnîqê ve çûn. Herêma ku liv û tevgera helîkopteran lê didome, nehat zanîn ka pevçûn rûda ye yan na.
Li aliyê din li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, hate ragihandin ku di demjimêrên dereng yên şevê ya 1’ê Kanûnê de gelek leşker sewqî Qereqola Cendirmeyan ya Navçeya Farqînê kirine.