Li Farqîn û Nisebînê derketina derve hate qedexekirin
Li navçeya Farqînê ya Amedê û navçeya Nisebînê ya Mêrdînê derketina derve hate qedexekirin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê û navçeya Nisebînê ya Mêrdînê derketina derve hate qedexekirin.
Li herêma gundên Etşa û Şifqet ên navçeya Farqîn a Amedê, duh bi şev şer derket û cerdevanek mir, 2 cerdevan jî birîndar bûn. Piştî vî şerî derketina derve li herêmê hate qedexekirin.
Qeymeqamtiya Tirk a li Farqînê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Ji saet 22.00’an û pê ve li herêmên Eskîkoy, Sussuz, Gunduzkoy, Otluk, Karahaci û Uçbasamakê heta fermana duyemîn derketina derve hatiye qedexekirin."
Her wiha Ji saet 08.00’an û pê ve li taxên stilîlê, Cinata Miho, Cinata Hiso, Xirabê Baba, Kurik yên navçeya Nisebînê ya Mêrdîne heta fermana duyemîn derketina derve hatiye qedexekirin.