Li Ewropayê starta Newrozê li Linzê hat dayîn
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn dest bi pîrozbahiyên Newrozê kirin. Di şeva Newrozê ya li bajarê Awûstûrya Lînzê de bi qasî hezar kes amade bûn.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn dest bi pîrozbahiyên Newrozê kirin. Di şeva Newrozê ya li bajarê Awûstûrya Lînzê de bi qasî hezar kes amade bûn.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn dest bi pîrozbahiyên Newrozê kirin. Di şeva Newrozê ya li Salona Volkshaus Neue Heimat a li bajarê Awûstûrya Lînzê de bi qasî hezar kes amade bûn.
Şevê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan destpê kir û Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal axaftinek kir. Kartal di kesayetiya jinên Kurd ên têkoşîna azadiyê dimeşîn de 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku sala 2015'an divê bibe sala têkoşîn û destketiyan.
Kartal da zanîn ku têkoşîna jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirand, ji cîhanê re bûye mînakek û got, "Jinên Kurd ên di berxwedana li Kobanê û Şengalê de rola pêşengiyê lîstin, bi ruhê serketinê yên li Rojhilata Navîn afirandin re bûn ronahiya hêviyê ji bo hemû jinên bindest."
Kartal her wiha diyar kir ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê xwedî taybetmendiyeke diyarker e û da zanîn ku divê têkoşîna şervanên Kurd a li Kobanê û Şengalê nîşan dan, bi serketina hilbijartinê re tacîdar bibe.
Kartal da xuyakirin ku girîng e Kurdistanî û dostên wan bi ruhê seferberiyê tevlî xebatên hilbijartinê bibin û got, "Her kesên azadî, demokrasî û aştiyê dixwazin divê destekê bidin HDP'ê. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd hat qonaxeke nû. Têkoşîna em dimeşînin, hevdîtinên Rêber Apo li Îmraliyê dimeşînin, ji bo pêkhatina azadî, demokrasî û aştiyê, mîna sîgortayê tê dîtin."
Kartal bal kişand ser girîngiya rastxwendina pêvajoyê û destnîşan kir ku parlamenta di 2015'an de ava bibe ji bo Kurdan û hemû gelên Tirkiyeyî girîng e, lewma divê HDP di parlamentê xwe bide xwedî hêza temsîliyetê.
Li dû axaftina Kartal, sînevîzyonek li ser dîroka Newrozê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, hat nîşandan.
Bernamzete HDP'ê yê Ûşakê Kazim Bozkûrt ê li bajarê Awûstûrya Tîrolê dijî jî, li pîrozbahiyê axaftinek kir. Bozkûrt diyar kir ku HDP hêza têkoşînê ya karker, kedkar û mirovên ji her netewe, bawerî û çandê ye û got, "Li ser vê bingehê li Ûşakê bûm bernamzet."
Di pîrozbahiyê de Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Awûstûryayê stand vekir û ji bo qeyda hilbijêran li lîsteya hilbijartinê, kar kir.
Di şahiyê de hunermend Bawer Can, Delîl Xidir, Helîme Omerî, Hozan Aydinî, Hozan Sosin, Ferziyê Dêrikî yê Rojavayî, Koma Dem, Zarokên Mûsa Anter û Koma Folklorê ya Azadî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.