Li Ewropayê çalakiyên edaletê
Li bajarê Hollanda Den Haag, li bajarê Awûstûrya Viyana û li bajarên Elmanya Hamburg ûn Munchenê bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê, çalakiyên "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" hatin lidarxistin
Li bajarê Hollanda Den Haag, li bajarê Awûstûrya Viyana û li bajarên Elmanya Hamburg ûn Munchenê bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê, çalakiyên "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" hatin lidarxistin
Li bajarê Hollanda Den Haag, li bajarê Awûstûrya Viyana û li bajarên Elmanya Hamburg ûn Munchenê bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê, çalakiyên "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" hatin lidarxistin
DEN HAAG
Li bajarê Hollanda Den Haagê, ji bo aşkerakirina kiryarên qetilkirina sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya li ber Parlamenta Hollandayê de, bi zimanên Hollandî û Kurdî dirûşme hatin qîrîn û daxwaza ronîkirina komkujiyê hat kirin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi peşengiya Komeleya Jinên Kurd a Viyanayê çalakiya "Em edaletê dixwazin" hat lidarxistin. Çalakî vê hefteyê ji aliyê endamên Ciwanên Azad ên Viyanayê ve hat lidarxistin. Di çalkaiya nobedê ya li ber Konsolosiya Fransayê de pankarta bi nivîsa "Em dixwazin komkujiya Parîsê bê ronîkirin" a ji wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hat vekirin.
HAMBURG
Li bajarê Elmanya Hamburgê jî Kurdistaniyan "çalakiya edaletê" lidar xistin. Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li Altona hat lidarxistin de, hat xwestin ku kiryarên komkujiyê werin dîtin û bên cezakirin.
Di axaftinên li mîtîngê de bang li rayedarên Fransayê hat kirin ku bi berpirsyariya xwe rabin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû nîşane îstîxbarata Tirkiye MÎT'ê nîşan didin û rêveneçûna dozê hat şermezarkirin. Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku meqamên Fransayê piştî kovara Charlîe Hebdo jî, hewl nadin dewleta Tirk a bi awayekî vekirî destekê dide çeteyên DAIŞ'ê mehkûm bike û ev rewş weke 'helwesteke xetere' hat binavkirin. Hat destnîşankirin ku heman helwest ji aliyê dewleta Elmanya ve jî tê nîşandan.
Di dawiya mîtîngê de ji bo civîna gel a 8'ê Sibatê ya li Salona Saray Dugun a bi beşdariya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Cansû Ozdemîr, banga tevlîbûnê hat kirin. Çalakiya "edaletê" ya di dorê de wê di 4'ê Adarê saet di 17'an de li semta Altona were lidarxistin.
MUNCHEN
Li bajarê Elmanya Munchenê mîna her Çarşemê duh jî çalakiya "edalet û ronîkirinê" hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin, belavoka bi zimanê Elmanî hat xwendin û belavkirin. Di axaftinên li çalakiya bi beşdariya endamên YXK'ê û Kurdistaniyan de, hat destnîşankirin ku bêdengiya Fransayê tê wateya para wê ya di sûc de.