Li Erdîşê operasyona 'Komkujiya Siyasî' hate şermezarkirin

Li Erdîşê operasyona 'Komkujiya Siyasî' hate şermezarkirin

Li navçeya Erdîşa Wanê biboneya şermezarkirina "Komkujiya Siyasî" ya li dijî siyasetmedarên Kurd daxuyanî da çapemeniyê.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê operasyona siyasî ku di 26'ê Mijdarê de li dijî şaredar, rêveberên BDP'ê avahiyên nûnertiya DÎHA û Azadiya Welat êrîş pêk hatin. Di serdegirtina mal, şaredarî û kargehan de gelek siyasetmedar û şaredar hatin girtin. Endam û rêveberen BDP'ê, endamên meclîsa şaredariya Eganîsê, ji ber ku di operasyona "Komkujiya Siyasî" de Şaredarê Eganisê Veysel Keser jî hate girtin, çalakî li ber avahiya Şaredariya Eganîsê pêk hat. Reveberên BDP'ê, KURDÝ DER, TUYAD-DER, KCD û gelek saziyên din jî amade bûn.

Bi avahiya şaredariyê ve pankarta “Li Bajaroka me darbeya li dijî xizmetê" û pankarta ku wêneyê Veysel Keser ya “Dest nede vîna min" li ser hate daliqandin" hate vekirin. Daxuyaniyê bi rêzgirtinê destpê kir. Rêveberê BDP'a Erdîşê Îzzet Butun, daxuyanî da û diyar kir ku, hemû operasyonên li dijî hilbijêrên kurdan pêk tên tev siyasî û lidijî hiqûqê ne. Butun da zanîn ku, hemû operasyonên bi navê KCK'ê tên lidarxistin bi ferman û daxwaza AKP'ê pêk tên û wiha got: "Bila her kes baş zane ku gelê Kurd qet û qet bi girtin û kuştinê tune nabe û têkoşîna xwe biçûk nake.

‘AKP ÇAVÊ XWE LI DIZÎ Û NERÊTIYÊ DIGIRE'

Butun destnîşan kir ku, ev operasyon darbe li dijî xizmetê ye û kesên xizmetê dikin tên girtin û kesên dizî û nelirêtiyê dikin ji tên parastin. Em dê li hemberî van pêkanînan têkoşîna xwe bilind bikin."