Li Erdîşê 4 kes hatin girtin
Li navçeya Erdîş a Wanê ji 16 kesên ku di serdegirtinê malan ên duh û îro de hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin.

Ji 16 kesên ku di serdegirtinên malan ên duh û îro ku li Taxa Orene ya navçeya Erdîş a Wanê bi hinceta şewitandina 3 TIR’ên li ser rêya Bedlîs Elcewazê hatin binçavkirin, 12 kes bi mercê kontrola edlî serbest hatin berdan, 4 kes jî hatin girtin.
Endamê Meclîsa Şaredariya Erdîşê Halîl Yilmazer, Xebatkarê Şarederiya Erdîşê Fesîh Agtepe û Abdûlkadîr Koroglû û Erhan Basût ji ber daxuyaniya çapemeniyê ya 12’ê Cotmehê xwendibûn, bi hinceta “Bi awayekî fizîkî dişibin hev” û “ Hewl didin yekîtiya dewletê û yekîtiya welat xera bikin” hatin girtin. Hevserokê Berê yê DBP’ê Abidîn Încî ji ber parvekirinên xwe yên li ser hesabê xwe yê Facebookê, bi hinceta ku “heqaret li Serokkomar Erdogan kiriye” hate girtin.
4 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Wanê.