Li Erdexanê 2 kes hatin girtin

Li Erdexanê 2 kes hatin girtin

Li Erdexanê meşa ku ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê hat pêkanîn û polîsan êrîşê meşê kir, di encama êrîşa polîsan de 5 kes hatibûn binçavkirin, ji vana 2 kes hatin girtin.

5’ê Mijdarê li Erdexanê xwendekarên zanîngehê û Rêxistina BDP’ê ya bajar ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya di roja 55’an de berdewam dike, meşek ya girseyî pêkanî bûn. Piştî ku polîsan êrîşî meşê kir, li tevahiya bajar demekî dirêj pevçûna rû dabû. Di dawiya bûyeran de 5 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî karûbarên li emniyetê şeva din sewqî dozgeriyê kirin.

Li dozgeriyê 3 kes hatin berdan, Bariş Gokdemîr û Mehmet Kan jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar ya Cezayê Sulhê kirin. Kan û Gokdemîr bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kirine” û “Li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin girtin û şandin girtîgehê.