Li Erdexanê di serdegirtina malan de 15 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Erdexanê serê sibê li tevahiya bajar di ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de 15 xwendekarên Zanîngeha Erdexanê hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku, kesên hatin binçavkirin ji ber ku tevlî meşa piştgiriya ji bo greva birçîbûnê pêk hat bûne, hatin binçavkirin. 15 xwendekar birin Midûriyeta Polîsan ya Erdexanê.