Li Enqere û Dêrsimê Mahîr û şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn

Li Enqere û Dêrsimê bi boneya berxwedana Kizildere û Hefteya Qehremantiyê aktîvîte hatin lidarxistin.

Li Enqere û Dêrsimê bi boneya berxwedana Kizildere û Hefteya Qehremantiyê aktîvîte hatin lidarxistin. Di aktîvîteyan de berxwedana Bakurê Kurdistanê jî hate silavkirin, ev peyam hate dayîn: “Mahîr bang li me dike ku li dijî faşîzmê di eniya herî berfireh de yek bin.”

Mahîr Çayan û hevalên wî yên ku ji bo rizgarkirina Demînz Gezmîş û hevalên wî çalakî li dar xistin û jiyana xwe ji dest dan li Enqereyê hatin bibîranîn. Li merasîma Enqereyê li ser navê Federasyona 78'an Huseyîn Esenturk axivî û diyar kir ku ruhê piştevaniyê ya Kizildereyê hate avakirin divê li Cizîr, Nisêbîn, Stenbol û Enqereyê bê nîşandan û wiha got: " Mahîr bang li me dike ku li dijî faşîzmê di eniya herî berfireh de yek bin."

Rêberê THKP-C'ê Mahîr Çayan û hevalên wî yên li gundê Kizildere ya navçeya Nîksara Tokatê di 30'ê Adara 1972'yan de hatin qetilkirin, li Goristana Karşiyakayê li ser gora Mahîr Çayan hatin bibîranîn. Bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn. Girseya ku li goristanê kom bûn ji bo Çayan û 9 hevalên wî yên şoreşger heta ber gora Çayan meş li dar xistin. Di meşê de dirûşm hatin berzkirin. 

Girseyê qûrnefîl danîn ser gora Çayan. 

BI HELBEST Û QÛRNEFÎLAN VE HATIN BIBÎRANÎN

Li qada ku merasîm hate lidarxistin, wêneyên Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya hatin danîn. Girseyê helbesta "Akin var akin guneşe akin" "Yuruyor onlar" xwendin. Piştî rêzgirtinê navên kesên ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan hatin xwendin. 

Li ser navê Federasyona 78'an Huseyîn Esenturk axivî û diyar kir ku wê hesabê qatlîamê bê pirsîn, hesabê ku şoreşgeran negirtine tu kes nikare bigire.

'ŞEHÎDÊN KIZILDEREYÊ BANGA YEKÎTIYÊ DIKIN'

Esenturk wiha axivî: "Rêberên me yên Kizildereyê bang li me dikin. Dibêjin 'şoreşgerino, hêzên demokrasî û kedê di xetekî berfireh û bi hêz a piştevaniyê de werin cem hev, hevûdu hembêz bikin, mil bi mil têbikoşin'. Birano îro li vir roja Mahîrbûn, Denîzbûn û Îbrahîmbûnê ye. Guh bidin rêberê xwe. Li kû derê cihanê be bila be li dijî neheqiyê bisekinin." Esenturk got ku ruhê piştevaniyê ya li Kizildereyê divê li Cizîr, Nisêbîn, Stenbol, Enqereyê jî bê avakirin. 

Merasîma bîranînê bi xwendina "Sirûda Ciwanan" bi dawî bû. 

 DÊRSIM

Li Dersimê jî rêxistina DBP'ê ya Dersimê bi minasebeta "Hefteya Qehremaniyê" û salvegera Qatlîama Kizildereyê li Goristana Asrî ya Dersimê merasîma bîranînê li dar xist.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtina kesên ku ti têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir û piştre jî qûrnefîl danîn li ser gorên kesên ku jiyana xwe ji dest dane. 

Li ser goran find hatin pêxistin û dua hatin kirin.