Ji karwana leşkerî wesayîtekî zirxî dema ku di çû navçeya Gever ya Colemêrgê li ser rêya Elkê qulipî û di qezayê de 7 leşker birîndar bûn.
Karwana leşkerî ya ji bo operasyonê ji Herêma Anadolûya Navîn ber bi navçeya Gever ya Colemêrgê ve dihat, li ser rêya Wan-Elkê wesayîtekî zirxî qulipî û 7 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. 5 leşkerên birîndar yên rewşa wan giran piştî mudaxeleya destpêkê rakirin Wanê.