Operasyona leşkerî ya ku şeva din li bejahiya navçeya Elkê destpêkiri, didome.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, şeva din bi tevlîbûna gelek leşkeran li navçeya Elkê ya Şirnexê ber bi Çiyayê Kato operasyon hate destpêkirin. Leşkerên ku bi lingan ber bi quntarên çiyayê Katoyê ve diçin, wesayîtên zirxî kîrpî jî bikarwanî piştgiriyê didin operasyonê.
Li hewayê jî helîkopter piştgiriyê didin operasyonê û operasyon didome.