Li Êlihê li dijî wesayîta polîsan êrîşa çekdarî

Li Êlihê li dijî wesayîta polîsan êrîşa çekdarî

Li Êlihê di encama êrîşa çekdarî ya li dijî wesayîta polîsan ya ji aliyê kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar ve, polîsek birîndar bû.

Li gorî agahiyên hatine girtin, polîsê sivîl yê binavê A.B yê bi wesayîta xwe li derdora gundê Aydinkonak yê Êlihê dewriye digeriya ji aliyê kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar ve hate gulebaran kirin.

Polîsên ku birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê. Hate diyarkirin ku, rewşa polîs başe, têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpê kirin.