Li Êlihê li dijî AVM'yan 'marketa gel' tê avakirin!

Serokê Desteya Rêveber a Marketên Buhayê Kêm ê Gel Çetîn Îbrî û endamên desteya rêveberiyê, Alîkarê Hevşardarê Êlihê Nasir Taş ziyaret kirin.

Serokê Desteya Rêveber a Marketên Buhayê Kêm ê Gel Çetîn Îbrî û endamên desteya rêveberiyê, ku ji bo karibin li hemberî rêzemarketên neteweyî li ber xwe bidin di bin dîwanekê de civiyan, Alîkarê Hevşardarê Êlihê Nasir Taş ziyaret kirin. 

Ji bo karibe li hemberî AVM û super marketên di salên dawî de li Êlihê hejmara wan zêde bûn li ber xwe bidin, Marketên Buhayê Kêm ê Gel hat avakirin. Serokê Marketên Gel, Alîkarê Hevşaredarê Êlihê Nasir Taş ziyaret kir. Îbrî armanca avakirina Marketên Gel ji Taş re ragihand û anî ziman ku wan heta niha li Êlihê 16 market vekirine û dixwazin hejmara marketên xwe yên li Êlihê bigihînin 72'an.

'ÇI BI KÊRÎ GEL WERE, EM DESTEKÊ DIDIN'

Alîkarê Hevşaredar Taş jî bal kişand ser girîngiya vê hewldana Markerên Gel ji bo Êlihê û got, "Ji bo berxwedana li hemberî rêze marketên neteweyî û jîndarkirina marketên biçûk, em vê hewldanê bi kêrî gelê Êlihê dibînin, lewma destek dikin."