Li Efrînê termê kesekî hate dîtin

Li Efrînê termê kesekî hate dîtin

Li gundê Cîmkê yê bajarê Efrînê termê kesek hate dîtin. Hate diyarkirin ku gule li serê wî ketiye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dema ku şivanekî pezê xwe diçêrand termê kesekî li nêzî gundê Cîmkê ya Efrîn dîtiye û asayîşa herêma Efrînê agahdar kiriye.

Piştî agahdarkirinê, hêzên asayîşê bi lez çûn cihê bûyerê û termê wî rakirine û di encama lêkolîna destpêkê de aşkere bû ku ew kes bi guleyekî di serê xwe de hatiye kuştin, lê lêkolîna derbarê çawaniya qewimîna bûyerê de hîna berdewam e.