Îro li navçeya Diyana ya ser bi bajarê Hewlêrê hêzên asayîşê di ser dikanên welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê hatine û bicih bûne de girtin û gef lê xwarin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, şeva din li navçeya Diyana ya ser bi bajarê Hewlêrê ve hêzên asayîşê di ser dikanên welatiyên ji bakûrê Kurdistanê hatine û li navçeyê dikan ji xwee re vekirine de girtin û du dikanên wesayît şuştinê girtine.
Heman çavkaniyê ragihand ku, îro jî hêzên asayîşê hatine di ser dikandaran de girtine û gef li wan xwarine, heman demê de kaxezên wan yên bicihbûnê ji wan girtine. Çavkaniyê anî ziman ku, asayî ji wan re gotiye, ‘sibe werin asayîşê wan kaxezan mor bikin û ji başûrê Kurdistanê derbikevin’. Piştî vê bûyerê welatiyên ku ji bakûrê Kurdistanê hatine di bin zextê de ne û gelek bifirarin.