Li Diyana çalakiya piştgirî dayîna greva birçîbûnê

Li Diyana çalakiya piştgirî dayîna greva birçîbûnê

Li navçeya Diyana ya girêdayî Hewlerê ji bo piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê 18 rêxistinê sivîl çalakiyek pêkanîn û hikumeta AKP'ê hat şermezarkirin.

18 rêxistinên sivîl li navçeya Diyana ya girêdayî Hewlêrê ji bo piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Tirk destpêkirine û di roja 56’an de didome, çalakiyek pêkanîn. Di çalakiya ku li parka giştî ya Diyana de pêkhat li gel 18 rêxistinê sivîl, rewşenbîr, hunermend jî heyî bi sedan kes tevlîbûn. Di çalakiyê de daxuyanî hate xwendin û hate xwestin ku, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirk serbest bêne berdan.

‘PÊWÎSTE OCALAN WERE AZAD KIRIN’

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku, xwedî li berxwedanên zindanan derbikevin û dengê xwe bilindtir bikin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Divê dewleta Tirkiye bizane wê zûtirîn roj were ku gelê Kurd bigihe mafê xwe û li ser xaka xwe azad jiyan bike û wê ew siyaseta ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd di meşîne bê şikandin û rûxandin."

Herwiha di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku, divê dewleta Tirkiye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bike, Kurd bi zimanê xwe bixwînin, cihên dîrokî yên Kurdistanê werin parastin, divê pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê were çareserkirin. Piştî daxuyanî hat xwendin girse belav bû.