Li Dîlokê şîdet û sirgûnên li hember girtiyan hate protestokirin
Li pêşiya girtîgeha Dîlokê, kiryarên şîdet û sirgûnê yên li hember girtiyan hate protestokirin.
Li pêşiya girtîgeha Dîlokê, kiryarên şîdet û sirgûnê yên li hember girtiyan hate protestokirin.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şaxê Dîlokê, li pêşiya girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê li dijî pêkanînên şîdet, zext û sirgûnkirinê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di çalakiyê de MEYA-DER, HDP, DBP û xizmên girtiyan jî amade bûn.
Di çalakiya ku dirûşman “Zindan bila hilweşin, girtî bê azadkirin” hatin berzkirin de daxuyanî ji aliyê Sekretera Şaxê ÎHD’ê Ayşe Erkabalci ve hate xwendin. Erkabalci diyar kir ku di navê 3’ê mehan de 300 girtî bêyî daxwaza wan hatine sirgûnkirin.”
‘DIVÊ JI BO AŞTIYÊ PÊVAJOYEKE ZELAL BÊ AVAKIRIN’
Erkabalci destnişankir ku ji ber rewşa şer a li welat gelek kesan jiyana xwe ji dest dan; çapemenî, peywendiyên ragihandinê û hêzên civakê didin pişt xwe û edalet, maf, azadî û ewlekariya girtiyan jî pişt guh dikin. Erkabacî anî ziman bi sedan girtî ji bo nêzî xizmên xwe bin tevî daxwaz dikin jî daxwazên wan ji aliyê rêveberiyên girtigehan ve bi hinceta ku girtî ne têne astengkirin. Erkabalci wiha got: “ Ji bo pêvajoyek zelal a aştiyê banga rawestandina şîdetê dikin û ji bo mirinê jî em dibêjin ‘Raweste.’”
Erkabalci li hember lêgerînên tazî yên li hember girtiyên li Dîlokê jî bertekên tund nîşan da û wiha axivî: “Divê rexneyên girtiyan ên di warê xwarin û vexwarinê, pirsgirêka serşoyê, werzîş û guftigokirinê li ber çavan bê girtin.”
DAXWAZ
Sekretera Şaxê ÎHD’ê Ayşe Erkabalci, di dawiya daxuyaniyê de ev daxwaz kirin: “Divê nexweşên girtî bi lezgîn bêne berdan, divê heyetek ya tendirûstiyê ya serbixwe girtiyan di qontrola tendirûstiyê re derbas bikin, daxwazên aştiyê yên girtiyan berçav bêne girtin, ji ber kiryarên xirap ên di gelemperiya welat de divê şertên jiyanê bêne avakirin.”