Çalakiyên gerîlayên HPGê yên li seranserê Bakûrê Kurdistanê berdewam dikin. Gerîlayandi 27-28ê mijdarê de li Dîlok, Şirnex û Colemêrgê çalakî li dar xistin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) derbarê çalakiyên gerîlayên HPGê yên li Dîlok, Colemêrg û Şirnexê de agahî da. HPG-NÇRê da zanîn ku herêmên Ava Basya û Zapê jî hatine bombebarankirin.
HPG-NÇRê got; “Di 28’ê Mijdarê de di saet 12.00’an de li herêma Gavser a Gabarê de helîkoptereke skorsky a artêşa dagirker a tirk ji Mêrdînê ber bi Şirnexê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Di encama vê lêdana helîkoptera skorskyê derbeyeke giran xwariye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Aqûbeta helîkopterê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
HPG-NÇRê da zanîn ku roja 27’ê Mijdarê di saet 14.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Qereqola Giranayê ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got: “Di encama çalakiya hemû baregehê leşkerî bi awayekî bandor hatiye lêdan de, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber bi hewan û obusan bombebaran kiriye.”
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê derbarê çalakiya gerîlayên HPGê ya li navçeya Îslahye ya Dîlokê de jî ev agahî da: “Di 27’ê Mijdarê de li navçeya Ýslahiya Dîlokê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li dijî zozanên Xinzirê derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerekî dijmin ê endamê yekînaya taybet ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin, hejmara birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
LI DIJÎ GUNDAN ÊRÎŞ
HPG-NÇRê diyar kir ku 29’ê Mijdarê di navbera saet 02.00-03.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî herêmên Geliyê Ava Basya û Gundê Erdewê yên bi ser Bezelêne ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
HPG-NÇR ragihand ku ji 26’ê Mijdarê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medya li dijî herêmên Çiyareş, Xeregol û Şikefta Birîndara yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin.