Balefirên şer ên artêşa Tirk herêma Zapê ya di bin kontrola gerîlayan de bomebaran kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê derbarê êrîşê hewayî de daxuyaniyek da û got: “Di 2’ê Kanûnê de di navbera saet 19.00-20.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Şikefta Birîndara ya bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.”