Li dijî yekîneya leşkerî ya Rûbarokê êrîşa bi hewanan

Li dijî yekîneya leşkerî ya Rûbarokê êrîşa bi hewanan

Li dijî yekîneya leşkerî ya li gundê Giranê ya ser bi bajarokê Rûbarokê yê ser bi navçeya Şemzînana Colemêrgê êrîşa bi hewana pêk hat.

Êrîş demjimêr di 15.00’an de li herêma Çiyayê Guvendê pêk hat. Derbarê windahiyên can hene yan na agahî nehate wergirtin. Piştî êrîşê, herêma Çiyayê Guvendê ji aliyê Tabûra Piyade ya Qereqolên Girane û Rûbarokê ve bi obîs û hewanan hat topbarankirin. Hate ragihandin ku topbaran berdewam dike.