Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê (HPG-NÇR) aşkere kir ku gerîlayan roja 20’ê mijdarê li dijî qereqola Girana ya li navçeya Şemzînanê çalakiyek li dar xistin û da zanîn ku midûr û mamosteyên ji aliyê gerîlayan ve hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
HPG-NÇRê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn; “20ê mijdara li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, ji aliyê gerîlayên me ve li dijî qereqola Girana çalakiyek hatiye lidarxistin. Gerîlayan bi awayeke bi bandor li çeperên di hedefê de bûn xistin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatine zelalkirin.”
HPG-NÇRê derbarê midûr û mamostayê serbest hatin berdan de jî agahî da û got: “19ê mijdarê, li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, li du mamosteyên li nêzî bajaroka Stilîlê hatin binçavkirin, piştî lêpirsînê soz dan ku careke din ji bo polîtîkayên asîmlasyonê yên dewleta Tirk nebin amûr, serbest hatin berdan.”