Li dijî plana dagirkirina Sûrê Platform hat avakirin
310 saziyên civaka sivîl li dijî plana desthilatiya AKP'ê ya "Îstimlaqkirina lezgîn" "Platforma Jiyîn û Parastina Sûrîçî" ava kirin.
310 saziyên civaka sivîl li dijî plana desthilatiya AKP'ê ya "Îstimlaqkirina lezgîn" "Platforma Jiyîn û Parastina Sûrîçî" ava kirin.
310 saziyên civaka sivîl li dijî plana desthilatiya AKP'ê ya "Îstimlaqkirina lezgîn" "Platforma Jiyîn û Parastina Sûrîçî" ava kirin. Li ser navê platformê Serokê DTSO'ê Ahmet Sayar, bang li gelê Amedê kir û xwest ji bo mexdûriyeta Sûrê bê çareserkirin hemû kes li Sûrê kirîn û firotinê bikin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê, nûneren saziyên sivîl ên civakî yên Amedê û karsazan der barê rewşa Sûrê de li baxçe Sumerparkê daxuyanî dan çapemeniyê. Şaredarî û saziyan li dijî "Îstimlaqkirina Lezîn" a ji bo Sûrê hatiye stendin daxuyani dan û li dijî biryarê bertekên xwe anîn ziman. Saziyên civakî yên kom, bi îmzeya 310 saziyên civakî avakirina "Platforma Jiyîn û Parastina Sûrîçî" îlan kirin û daxuyanî dan. Di platformê de saziyên wekî DTSO, DÎSÎAD, ÎHD, Baroya Amedê, Odeya Endezyarên Harita û Kadastro, Odeya Îmarê û Vakfa Ermeniyan amade bûn. Li ser navê platformê Serokê DTSO'ê Ahmet Sayar, bang li gelê Amedê kir û xwest ji bo mexdûriyeta Sûrê bê çareserkirin hemû kes li Sûrê kirîn û firotinê bikin.
Sayar, diyar kir ku 16 taxên Sûrê û 2 taxên Yenîşehirê bi giştî 18 tax û 6 hezar û 642 parsel hatine îstîmlaqkirin. Sayar, da zanîn ku di nava van avahiyan de, avahiyên saziyên sivîl ên civakî jî hene û wiha got: "Li Sûrê avahî û şûnwarên ku ji aliyê UNESCO ve hatine parastin yên wekî warên dîrokî, çandî, bawerî û bazirganiyê jî hene. Sayar da zanîn ku ev biryar li dijî zagonên Komara Tirkiye, Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ye. Dema lijneyê ev biryar girtin, ji ti saziyên berpirsiyar û eleqeder ti agahî negirtin.
Sayar, da zanîn ku li dijî heq, hiqûq û zagonan biryar hatiye girtin. Sayar, anî ziman ku wekî saziyên civakî ew wê her dem alîgirên pêşketinên erênî bin û wiha got: "Der barê îstimlaqkirinê de ti agahî bi me re nehatiye parvekirin. Ev li dijî heq û hiqûqa sincî, civakî, aborî, bazirganî û hemû tiştî ye. Dîsa ev biryar li dijî zanistî, rengê çand, civak, dîrok û mîmariyê ye. Divê teqez ev biryar bê betalkirin. "
'EM Ê SERÎ LI RÊYÊN HIQÛQÎ BIDIN'
Sayar, destnîşan kir ku ji bo biryar bê betalkirin wan serî li rêyên zagonî û hiqûqî dane û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji ber êrîşan û vê biryarê esnaf û welatiyên li vê navçeyê dijîn di qada civakî û aborî de zerarek mezin dîtine. Li gel vê yekê hikûmetê gavên erênî navêtine. Em vê helwesta dewletê rast nabînin. Em dixwazin ev biryara îstimlaqkirinê bi lezgîn bê betalkirin. Em ê hemû heq û hiqûqa xwe bi kar bînin. Dîsa ji bo mexdûriyeta welatiyan çareser bibe, em bang li hemû Amediyan dikin ku ji esnafên Sûrê kirîn û firotina xwe bikin. Em bang dikin ku dayin û stendinan li Sûrê bikin."