Balefirên şer ên artêşa Tirk herêma Metîna ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê gundê Dêrgelê û derdora wê bombebaran kir.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê êrîşa hewayî de daxuyaniyek da diyar kir ku 9’ê mijdarê saet di 01.00-01.30 de Balefirên şer ên artêşa Tirk herêma Metîna ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê gundê Dêrgelê û derdora wê bombebaran kir. Hat diyarkirin ku bax û baxçeyê gundiyan di êrîşê de ziyan dîtine.