Li dijî Kurdan duyemîn komkujiya 33 Gule
Li dijî Kurdan duyemîn komkujiya 33 Gule
Li dijî Kurdan duyemîn komkujiya 33 Gule
Salek û nîv piştî bûyera navdar a 33 Gulle (cotmeha 1944) li navçeya Karahan ê di navbera navçeyên Wanê Erdîş û Bêgirê de komkujiyek tê kirin. Ev bûyer di bîra mirovên wê demê de mîna deqeke reş dimîne, lê heta niha ne ew komkujî hate lêpirsîn û ne jî hesab ji kesên komkujî kirine hate pirsîn. Ev komkujiya ku li herêmên Erdîş û Bêgirê pêk hat û hema bêje hemû pîr û kalên herêmên pê dizanin, lê rêya neaxaftin ji xwe re hildibijêrin.
Min cara yekemîn di rêwitiyekê de komkujiya gundê Karahanê ji kaleke ji Erdîşê guhdar kiribû. Gelo çawa dibe komkujiyeke wiha tê jibîrkirin an jî dane jibîrkirin? Helbet hin sedemên cûda yên van pirsan hene. Lê gava ku min vê komkujiya di rûpelên bi xwîn ên dîrokê de lêkolîn dikir, ez gihiştim hin daneyên balkêş.
Di serdena yek partî (CHP) de, piştî 10 sal piştî Komkujiya Zîlanê, Orgeneral Mustafa Muglali yê ku “ewlekariya rojhilat” (Bakûrê Kurdistanê) pêk dianî, dişînin Wanê. Li vir wezîfeya wî ew e ku qaçaxçîtiya li ser sînorê Wan-Îranê aseng bike. Lê ev pêkhateya navborî ya ku Kurdan ji hev veqedandibû ji bo Kurdan gelek bê wate bû û ev yek ji aliyê dewletê ve baş dihate zanîn.
Roja 30’ê tîrmeha 1943 bi hinceta “sîxûrtî kirine” li navçeya Qelqeliya Wanê 33 Kurdan didin ber gulleyan. Ji van 33 kesan tenê kesek bi saxî difilite. Ew jî derbasî aliyê Îranê dibe û ji tirsan bi salan newêre biaxive. Ev komkujî ji aliyê her kesê dizanî, lê belê her kes li hemberî wê bê deng dima. Piştî 7 salan ango sala 1950 Partiya Demokrat tê ser destehilatiyê û lêpirsîna bûyerê dike. Piştre 20 sal cezayê girtîgehê didin Mustafa Muglali. Helbesta Ahmed Arif a bi navê “33 Gulle” û belgefilm û pirtûka rojnamevan Gunay Alsan dane û agahiyên girîng derbarê komkujiyê de dide.
50 KESAN DIDIN BER GULLEYAN
Ji bo vê bûyera 33 Guleya –Komkujiya Gundê Karahanê ez du caran çûm gundê Karahanê, li gund hemû kesên agahdar hema bêje yek an jî du xizmên xwe di komkujiyê de winda kirine. Lê piraniya wan li gel hemû israr û hewldana min bê deng man. Ji bo “serê wan nekeve belayê” naaxavin. Min jî agahiyên kesên ku li herêmê dijîn wergirt û careke din li rûpelên rojnamevan meyzand.
Sal 1944, ji mehan cotmeh... Li gundê Karahan ê ku li cihê ku robarê Bendî Mahî dirije Gola Wanê û derdora wê bi zilan girtiye, bi birçîbûnê re rû bi rû ye. Ji ber ku zeviyên gundiyan ne bi berhem bû û ajalên gundiyan tune bûn, neçar diman “qaçaxvaniya” sînor bikin. Diçûn Îrana ku 40-50 kîlometre ji gund dûr bûn û ji wir şekir çay û zad dianîn û difirotin. Leşkerên li navçeya Bêgirê ku vê yekê dibihîsn, tên gundê Karahanê û bi ser gund de digirin. Hin malbatên ku berê agahiya serdegirtina gund girtibûn, bihîstibûn diçin li cem xizmên xwe yên li gundên derdorê. 50 kesên ku li gund dibînin direvin devera Çiyayê Esrûk ê li herêma Zîlanê. Gundiyê bi navê Hesen tenê li gund dibîne û xwe di aşê gund de vedişêre. Herêma Zîlanê piştî komkujiya Zîlanê ya ku 1930’ê pêk hat weke herêma qedexekirî hatibû îlankirin. Leşkerên ku ketin pey gundiyên reviyan, li herêma Zîlana kavil bûye dest bi operasyonê kirin. Ji wê rojê û şûnde tu agahî ji gundiyên ku reviyabûn Geliyê Zîlanê tu agahî nehatin wergirtin. Hesenê ku ji tirsa leşkera xwe di aşê gund de veşartibû, sê roj şûnde derdikeve û ji bo xizmên xwe bibîne diçe Herêma Zîlanê. Hemû gundî li ber robarekî yê geliyê Zîlanê hatine gullekirin. Tu kes jê nefilitîne. Hesenê ku rojek li rê meşiya gihişt Erdîşê û agahî da her kesê. Agahiya komkujiyê li her derê belav dibe. Kurdên Erdîşê ku li rastî komkujiya dijwar a Zîlanê hatibûn û hatibûn çewisandin, newêrin biçin herêma Zîlanê û cenazeyên wan gundiyan bînin. Ji vir û pêve bûyer çawa berdewam kiriye, nayê zanîn. Li gorî hinekan Hesen jî ji ber qehra vê komkujiyê dimire. Li gorî hinekan jî Hesenê ku tenê ew şahid bû tê kuştin.
TENÊ BELGEYEK HEYE EW JÎ NÛÇEYA ROJNAMEYEKÊ YE
Gava ez li rûlepên arşîvên rojnameyan digeriyam, ez li rastî nûçeyek bi dîroka 10’ê tîrmeha 1951’ê hatim. Li gorî nûçeyê 11ê cotmeha 1944’ê, ji Kurdên Bêgirê 6 kes ji aliyê leşkerên li derdora gundê Kandîllî yê li ser sînorê Îranê ya li gel kevirê bi jimare 127 ê sînor, tên înfazkirin. Heft sal piştî bûyera 33 Gulle, ji ber ku wê demê komkujî tê gotûbêjkirin, rojnameyek diwêre ku komkujiyê binivîse. Ev bûyer di dema ku Mustafa Muglali li wir fermandar bû de pêk hat û ev yek nîşan dide ku fermana komkujiyê ji aliyê wî bi xwe ve hatiye dayin. Li gorî nûçeya rojnameyê navê 6 gundiyên hatin qetilkirin wiha ne: Cemal Pay, Şukru Yutan, Omer Duru, Alî Karabulut, Keleş Dîk û Memo Agirtay.
Piştî ku min nûçeya rojnameyê dît, ez careke din şêniyên herêmê re axivîm. Li gorî agahiyan her şeş kes bi saxî li ser sînorê Îranê hatine girtin û hatine înfazkirin. Ev yek pêşbîniya ku gundê ji ber vê bûyerê reviyabin û xwe veşaritibin xurttir dike. Li gorî nûçeya rojnameyê sûbyaên ku ev înfaz pêk anîn li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatine darizandin. Li gorî nûçeya rojnameyê ji ber vê bûyerê sê sûbay û 8 leşker li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatine darizandin.
Li gorî nûçeyê Ji bersucan tenê fermandar Hayrî Yurdakul û Îzzet Akkutun bi xwe tên Wanê û teslîm dibin. Bersucên din wiha ne: sûbay Kamil Çetin û leşkerên ku navên wan hatine diyarkirin Halil Atak, Mumin Kuş, Mustafa Avci, Mehmet Demirdikici,Ahmed Kiliç,Suleyman Guntekin,Hasan Demirci,Osman Balikçi,Îdris Yaşıkın.
Ji bilî vê nûçeyê derbarê komkujiya gundê Karahanê de tu nûçe nehatin dîtin. Heta niha nayê zanîn çima doz piştî 7 salan pêk hatiye û çawa bi encam bûye.
70 SAL IN LI BENDA RONÎKIRINÊ YE
Gelê herêmê yê ku Komkujiya Zîlanê hate serê wan, ji ber komkujiyê newêrin behsa komkujiyê bikin jî. Ev 70 sal in ku komkujî nehatiye vekirin. Ev komkujiya ku ji aliyê leşkerên Orgeneral Mustafa Muglali ve hatibû kirin, heta niha li benda ronîkirinê ye. Gava mirov li wê demê dinêre, li her du aliyên sînor dibîne ku bûyerên dijwar anîne serê Kurdan. Kurdên Komara Kurdan a Mehabadê ji aliyê Îranê ve tên înfazkirn, Kurdên Sovyetê bo cara duyemîn tên surgunkirin û li aliyê din ê sînor jî Kurdên Wanî di gelî de didin ber gulleyan.
Ev komkujiya ku di rûpeleke tarî ya dîrokê de maye, mînakeke şênber a peymana bi xwîn a di navbera Sovyet, Îran û Tirkiyeyê de ye û nayê jibîrkirin. Ev birîna ku kul bûye divê were xeripandin. Ev çi komkujiyeke ku mirovên bav, bapîr, bira û xizmên xwe winda kirine newêrin biaxivin.