Li dijî dagirkeriya Tirk 'Berxwedana Niştimanî ya Sûriyeyê' ava bû
'Berxwedana Niştimanî ya Sûriyeyê, ku ji hêz û welatparêzên Sûriyeyî pêk tê, li bajarokê Arfadê yê Efrînê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê Buroya Siyasî ya Berxwedana Niştimanî ya Sûriyeyê Rêzan Hido ve hat xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Birayên hêja yên Sûriyeyê; gelên herêmê bi dehan salan êş ji desthiltdariya Osmaniyan kişand. Her wiha xêrûbêra me talan dikirin û parçeyên axa me weke Lîwaa Iskenderon birin. Vî Osmaniyê awarte li ser vê erdingariyê û dîroka herêmê cureyên herî xerab ên qirkirina komî li ser gelên dîrokî yên herêmê ji kurd, ereb, ermen, asûr, keldan û suryanan pêk anî. Ev yek hişmendiya Hîtler a cihêkar tîne bîra me. Îro jî piştî ku bi rêya piştgirtdayîna terorê parçebûn û şer di nava Sûriye de çand, ji bo parçeyên din ji axa Sûriye dagir bike, bi şêweyekî nû lê bi heman hişmeniyê li me vedigire.
Ji ber vê yekê, li ser bingeha tecrûbeya ku me di dema dagirkeriya Osmaniyan de bi dest xistin, em hevgirtinekê di navbera komek ji kesayetên niştimanî ya Sûrî bi navê Berxwedana Niştimanî ya Sûriyeyê radigihînin.
Armanca vê koalîsyonê wiha ye:
– Ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û yekgirtî ku xwestek û mafên hemû Sûriyeyiyan bi cih bîne û yekkirina enerjiya wê nakokiyên di navbera pêkhateyên Sûrî de çareser bike.
– Wê pêşî li dagirkeriya Tirkiyeyê bigire û herêma ji Cerablûsê heta Lîwaa Iskenderonê ji nû ve tevlî xaka Sûriyeyê were kirin.
– Ji bo azadkirina her bihostek ji axa Sûriyeyê ya digirkirî, di pêşerojê de wê bi hemû hêzên niştîmanî re kar bike."