Li Dersîmê liv û tevgera leşkerî

Hat ragihandin ku ji navenda bajarê Dersîmê ber bi Geliyê Mûnzûrê ve gelek wesayîtên leşkerî yên zirxî ketina nav liv û tevgerê.

Ji nuqteya Kemere Bel a navenda Dersîmê ber bi Geliyê Mûnzûrê liv û tevgera gelek wesayîtên zirxî hene. Ji bilî tevgera wesayîtên zirxî, li navenda bajêr helîkopter jî tevdigerin.

Her wiha li herêma derbenda Alîbogazi ya li sêgoşeya navçeyên Xozat, Pilûr û Çemîşkezek ên Dersîmê jî îro domahiya rojê operasyona bi desteka tevgera balafirên şer û helîkopteran hebû.