Li Dêrsimê li dijî cihê tevgera taybet êrîş

Li Dêrsimê li dijî cihê tevgera taybet êrîş

Gerîlayên HPG’ê li Dêrsimê li dijî nûqteya edamên tevgera taybet bi çekên lûledirêj êrîşek pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Dêrsimê saet di 17.40 de li dijî nûqteya endamên tevgera taybet ên artêşa Tirk êrîşek bi çekên lûledirêj pêk hat. Piştî çalakiya gerîlyana pevçûnek demkurt qewimî.

Li gorî çavkaniyên Tirkan di êrîşê de tu kuştî an jî birîndar çênebûne. Li herêmên daristanî operasyon hatin destpêkirin.