Li Dêrsimê jiyana sewal û nebatan tê tinekirin

Li Dêrsimê ji ber bendav û neçîra qeçax, gelek cureyên zindiyan tên tinekirin. Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî Çetînkaya diyar kir ku gelek cureyên zindiyan ên nifşê wan li ber tinebûnê ne li Dêrsimê dijîn û divê bên parastin.

Li Dêrsimê ji ber bendav û neçîra qaçax, gelek cureyên zindiyan tên tinekirin. Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî Çetînkaya diyar kir ku gelek cureyên zindiyan ên nifşê wan li ber tinebûnê ne li Dêrsimê dijîn û divê bên parastin.

Bendevên enerjî û ewlehiyê yên hikûmeta AKP’ê ji bo xwe kiriye armanc, li aliyekî ku dîroka hezarê salan a Kurdistanê di bin avê de dihêle, cureyên zindiyan ên sewal û nebatan jî tine dike.

ÇETÎNKAYA: BI DEHAN CUREYÊN ZINDIYAN KOÇ KIRIN

Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî Haydar Çetînkaya got ku 5 bendavên cuda yên enerjî û ewlehiyê ku di nav salekê de hatin çêkirin xweza talan kirine. Çetînkaya her wiha got ku hin cureyên zindiyan ên bi bendavan nehatine tinekirin jî dixwazin bi nêçîrvaniyê tine bikin.

Çetînkaya wiha dewam kir, “Ji ber nêçîrvaniya bi salan didome, her çiqasî di cureyan de kêmasî xuya bikin jî, bi xebateke zanekirin û parastinê mirov dikare vê dewlemendiyê diparêze.”

Çetînkaya diyar kir ku ji ber germahiya gerdûnî, şerên didomin, kan, bendav û HES’an nebat û sewal zerareke mezin dibînin, dibe sedem ku tine bibin an jî cih biguherin.