Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li Dêrsimê de herî kêm herî kêm endamek ê tevgera taybet ê artêşa Tirk hate kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) da zanîn ku di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li Dêrsimê de leşkerek hate kuştin û 2 wesayitên leşkerî ji aliyê gerîlayan ve hat têkşkandin.
HPG-NÇR’ê diyar kir ku di 18'ê Cotmehê de li navçeya Mazgirta Dersimê şîrketa Lîmak a avakirina bendava Patarê girtiye ser xwe 2 wesayitên wê yê kar ji aliyê gerîlayan ve hatiye têkşkandin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî vê çalakiyê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatiye lidarxistin.
HPG-NÇR’ê got; “Di 19'ê Cotmehê de di saet 17.30'an de li navedan Dersimê li dijî polîsên tîmên taybet ên li girê Zeytînê ne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de polîseke tîmê taybet hatiye kuştin, 2 polîs jî birîndar bûye. “