Li Dêrsimê çalakiya bi bandor

HPG’ê da xuyakirin ku 26’ê Nîsanê li hember leşkerên artêşa Tirk ên li derdora gundê Kûlvarî yê girêdayî navenda Dêrsimê çalakî li dar xistine, destnîşan kir ku di vê çalakiya ku 2 çeper hatine hedefgirtin de 6 leşker hatine kuştin.

HPG’ê da xuyakirin ku 26’ê Nîsanê li hember leşkerên artêşa Tirk ên li derdora gundê Kûlvarî yê girêdayî navenda Dêrsimê çalakî li dar xistine, destnîşan kir ku di vê çalakiya ku 2 çeper hatine hedefgirtin de 6 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, got: “26’ê Nîsanê saet 13.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên artêşa TC ên li nêzî gundê Kûlvarî yê navenda Dêrsimê çalakiyek li dar xistin. 2 çeperên leşkerên artêşa TC bi bandor hatin derbkirin û li vir 6 leşker hatin kuştin. PIştî çalakiyê jî artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ve ji qadê girtiye. Piştî bûyerê, helîkopteran li qadê dan. Di heman saetan de qereqola Kûtûdere jî bi hewanan qad bombe kir. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê Sefkan Dêrsim ê li Dêrsimê şehîd ketiye hate lidarxistin.”

LI HEMBER QEREQOLA GUNDÊ QEYMEQAM ÇALAKÎ

27’ê Nîsanê saet 06.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola gundê Qeymeqam a di navbera navçeya Dihê ya Sêrtê û Şirnexê de çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin; helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Pişt çalakiyê artêşa TC qad da ber hewan û tankan.

25’ê Nîsanê yekîneyek gerîlayên me yên li derdora gundê Rindikê yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê diçûn wezîfeyên û artêşa TC rû bi rû hatine û li vir şer derketiye. Di vî şerê de hevalê me Botan Devrîm gihişt şehadetê; hevalê me Canşêr jî bi birîndarî dîl hatiye girtin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Botan Devrîm

Nav û Paşnav: Metîn Kaçar

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik-Bav: Pîrûze - Fadil

Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Nîsana 2016’an /Colemêrg

Hevalê Botan ê di salên dawî de tevlî nava refên me yên têkoşînê bibû, ji bo meşek mîlîtanî ya li ser xeta fedaî ya Apoyî li qadên ku hêstên herî xurt ên welatparêziyê yên azadiyê bi baweriyek mezin afirandiyê pêk bîne, berê xwe daye çiyayê Kurdistanê. Di demek kurt de pêşketin bi dest xistiye, bi sekin û taybetmendiyên kesayetiya kamil ve bûye gerîlayekî pêşeng û di dîroka partiya şehîdan PKK’ê de tevlî nava karwanên şehîdan bûye.

DI OPERASYONA LI SARIYAYLAYÊ DE ŞER

17’ê Nîsanê artêşa TC li qada Sariyayla ya Erziromê dest bi operasyonekê kiriye. Di şerên vê operasyonê de têkîliya me bi hevalê me Mahîr Malazgîrt re qut bibû. Hevalê me Mahîr  şehîd ketiye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Mahîr Malazgîrt

Nav û Paşnav: Emrah Kûrt

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik-Bav: Hurriyet - Raîf

Dîrok û Cihê Şehadetê: 17’ê Nîsana 2016’an / Erzirom

Hevalê Mahîr ê bi azadiya gelê Kurdistanê mezin bûye, daye ferqkirin ku jiyana bi pîvan û rûmet bi têkoşînên dijwar derdikevin holê, sala 2008’an li çiyayên Kurdistanê dest bi têkoşîna tijî fedakarî kiriye. Hevalê Mahîr ê pêşketinek zû bi dest xist, hêza nirxandina rast a bûyeran di xwe de kûr kir, li gelek qadan berpirsiyarî û wezîfe girtiye, xebatên girîng meşandine.

Hevalê Mahîr ku di vê pêvajoya dîroka ya gelê Kurdistanê de di ferqa pêşketinên şoreşî de bû, li her qadê van wezîfeyên dîrokî girtiye ser xwe û bûyer xwedî meşeke fedakarî. Di şerên bi dijmin re jî di xeta berxwedana Apoyî de şerek meşandiye û tevlî karwanê şehîdên azadiyê bûye.

26’ê Nîsanê saet 21.30’an hêzên gerîlayên me li navçeya Karaz a Amedê li hember tabûrê çalakî li dar xistiye. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatin zelalkirin.

26’ê Nîsanê artêşa TC li bejahiyên gundên Qiledar, Markê, Korxê û Gezan ên navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonê kiriye.

26’ê Nîsanê saet 17.30-18.00’an hêzên gerîlayên me li hember artêşa TC a li derdora girê Şehîd Zerdeşt ê girêdayî qada Oremarê ya li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê bi çekên giran çalakî li dar xistine. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê jî qereqola Oremarê girê Şehîd Gafûr da ber obus û hewanan.

2’ê Nîsanê artêşa TC li qada Kanî Orê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê dest bi operasyonê kiriye. Operasyon 26’ê Nîsanê danê êvarî bêencam vekişiyaye.”

...