Li Dêrsimê bi mijara ’çareseriyê’ civîn hat lidarxistin

Ji aliyê Ji bo Aştiya Civakî Hewldana Ciwanan li Dêrsimê der barê pêvajoya çareseriyê de civînek hat lidarxistin.

Di civîna der barê pêvajoya çareseriyê ya li Dêrsimê ya di pêşengiya Ji bo Aştiya Civakî Hewldana Ciwanan pêk hat peyama “Ji bo di welat û herêma xwe de aştî û biratiyê pêk bînin, em ê têkoşîna xwe ya bi biryar weke berê berdewam bikin” hat dayîn.

Ji aliyê Ji bo Aştiya Civakî Hewldana Ciwanan di kafeyeke li Taxa Mogultay a navenda Dêrsimê der barê pêvajoya çareseriyê de civîn hat lidarxistin. Di civîna ku esnaf û ji hemwelatiyên ji pişeyên cuda tevlî bûn, hat gotin ku pêwîst e pêvajoya çareseriyê bê berdewamkirin.

Hevberdevkê Ji bo Aştiya Civakî Hewldana Ciwanan Ferhat Guven ê têkildarî armanca lidarxistina civînê agahî da, diyar kir ku berê jî ji bo pêvajo bidome aştî diqîriyan û got: “Bi sedsalan e em weke Kurd-Tirk, Elewî-Sunnî ji hev qut kirin. Em êdî dixwazin li gel hev di nava aramiyê de bijîn. Jixwe ji ber vê yekê me ev civîn li dar xist. Ji bo berdewamkirina pêvajoya çareseriyê em ê têkoşîna xwe ya bi bîryar bidomînin.”

Her wiha Hevberdevka Ji bo Aştiya Civakî Hewldana Ciwanan Eylem Çelik jî wiha axivî: “Hatina ber bi xitimandinê ya pêvajoya çareseriyê ji bo jinan, ciwanan, zarokan û pêşeroja me metirsîdar e. Bi hatina me ya gel hev re em difikirin ku raya giştî ji bo berdewamkirina pêvajoya çareseriyê çêbikin. Di vî aliyê de ev civîn pir baş bû.”

Piştî ku beşdaran der barê pêvajoyê de nêrînên xwe anîn ziman, civîn bi daxwazên aştiyê bi dawî bû.

...