Li Dêrsim û Sêrtê ji ber berfa zêde rêyên 140 gundan ji çûn û hatinê re hate girtin. Li Dêrsimê ji ber berfa zêde rêyên 118 gundan û li Sêrtê jî rêyên 22 gundan hatin girtin.
Li Dêrsimê berfê destpê kir û ji ber berfa zêde rêya 118 gundan ji çûn û hatinê re hate girtin. Îdareya Taybet ya Bajar di derbarê berfê û rê de daxuyanî da û diyar kir ku, ji ber berfa 3 rojin li ser hev dibare 26 gundên navendê, 3 gundên Çemişgezekê, 6 gundên Xozatê, 26 gundên Mazgirtê, 18 gundên Qislê, 11 gundên Pilûrê, 8 gundên Pertekê û 20 gundên Pilumoriya bi tevahî 118 gund rêyên wan ji çûn û hatinê re hatin girtin. Îdareya taybet diyar kir ku ji bo rêya gundan vekin 8 yekîneyên berfê ketin nava xebatê.
LI SÊRTÊ 22 GUND RÊYÊN WAN HATIN GIRTIN
Li navçeyên Berwarî, Dih û Şîrvanê jî 2 rojin berf zêde dibare û berfa zêde rê li gundan girtin. Ji ber berfa zêde rêya 22 gundên Berwarî, Dih û Şirvanê li çûn û hatinê hatin girtin.