Li derdora Sirrînê pevçûnên dijwar
Li derdora embarên genim ên li bajarokê Sirrînê îro ber destê sibehê pevçûn3en dijwar qewimîn. Li nêzî pira Qereqozaxê jî êrîşa çeteyan hat şikandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, îro danê sibehê saet di 04.00 de li nêzî embarên genim ên li bajarokê Sirrînê ku li başûrê Kobanê, di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket.
Hat ragihandin ku di pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin û cenazeyên hinek ji wan ketine destê şervanên YPG’ê. Pevçûn didomin.
Di heman saetan de çeteyan li derdora pira Qereqozaxê jî êrîşî çeperên YPG’ê kirin. Li ser bersivdayîna şervanên YPG’ê êrîşa wan hate şikandin.