Li derdora Minbicê 11 çete hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser gundên Til Hozan û Kesra yên bajarê Minbicê şikandin û 11 çete kuştin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser gundên Til Hozan û Kesra yên bajarê Minbicê şikandin û 11 çete kuştin.
Îro danê sibehê saet di 7'an de, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nuqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundên Kesra û Til Hozan ên li başûrrojavayê Minbicê ne, kirin. Şervanan bersiv dan û êrîş şikandin. Di encamê de 11 çete hatin kuştin. Cenazeyên çeteyan û miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan.
Ji aliyekî din ve jî ev hefteyeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên rojavayê Minbicê dikin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva van êrîşan didin.