Li derdora gundê Zormîxar şer
Li derdora gundê Zorxîmar ê 30 kîlometre li bakurrojavayê Kobanê ye, di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer diqewime.

Hate ragihandin ku îro nêzî saet 19.00’an çeteyên DAIŞ’ê hewl dane êrîşî gundê Zorxîmar ê 30 kîlometre li bakurrojavayê Kobanê bikin.
Li ser bersivdayina hêzên QSD’ê, li derdora gundê Zorxîmar şer destpê kirin. Şerê dijwar niha jî didome.
Her wiha balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ya di pêşengtiya DYA de, çeperên çeteyên DAIŞ’ê yên li Cerablûsa Jêr danê êvarî bombe kirin. Tê gotin ku di encama bombekirinê de gelek çete hatine kuştin.