Li Den Haagê Kongreya Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî hat lidarxistin
Li Den Haagê îro 2. Kongreya Meclîsa Jinan a Ş. Ronahî hat lidarxistin.
Li Den Haagê îro 2. Kongreya Meclîsa Jinan a Ş. Ronahî hat lidarxistin.
Li Den Haagê îro 2. Kongreya Meclîsa Jinan a Ş. Ronahî hat lidarxistin. Di kongreyê de pêşketinên siyasî û xebatên salekê hatin nirxandin. Piştre dest bi hilbijartina 2. Meclîsa Jinan a Ronahî hat kirin. Meclis ji 49 kesan pêk hat û 3 kes jî weke berdevk hatin hilbijartin.
‘EM JI BO XWE DIXEBITIN, EM BI KEDA XWE HENE’
Kongre bi xwendina rapora xebatan ya salekê ya Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî ya Dan Haagê berdewam kir. Piştî xwendina raporê, delegeyan mafê axaftinê wergirtin û rola xwe ya salekê ya di nava meclîsê de, xebatên xwe, kêmasiyên heyî girtin dest û nirxandin.
Di Kongreya Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî ya Den Haagê de komîsyona nû hat destgirtin. 8 komîsyonên meclîsê jî wiha ne: Komîsyona Rexistinkirinê, Komîsyona Perwerdeyê, Komîsyona Têkîliyên Derve, Komîsyona Tekiliyên Sosyal, Komîsyona Jinan û Ciwanan, Komîsyona Ragihandin, Komîsyona Çandê û komîsyona Lêpirsînê.
Her dawî jî di Kongreyê de 49 kesên ku weke rêveberiya Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî ya li Den Haagê de cihê xwe bigirin hatin hilbijartin. Di Kongrê de wek berdevkên meclîsê Guneş Gundemir, Nûhat Batman û Sema Karakoçan hatin hilbijartin.