Li Colemêrgê leşkeran gundî reşandin : Birîndarek, 3 binçavî

Li Colemêrgê leşkeran gundî reşandin : Birîndarek, 3 binçavî

Leşkerên ku di ser gundê Talê yê girêdayî Colemêrgê de girtin gundî dan ber guleyan. Di gulebaranê de gundiyek birîndar bû, li gel welatiyê birîndar 3 kesên din jî hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, leşkerên ku operasyon kirin ser gundê Talê yê girêdayî Colemêrgê û li girên bilind yên jorî gund bicih bûn û xwestin lêgerîna gund bikin. Di vê navberê de gundiyê binavê Kemal Adiyaman ku xwest biçe gel gundiyên din, ji aliyê leşkerên derdorê gund dorpêç kirîn hate gulebaran kirin. Adiyamanê ku ji milê xwe birîndar bû, piştî demekê li cihê bûyerê ma hate binçavkirin. Adiyaman rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê. Piştî gulebaranê leşkeran di ser malan de girtin û Sevkan Adiyaman û Yûsûf Zîrek jî binçavkirin.

Sedemê serdegirtinê nehate zanîn, hate îdîakirin ku di dema operasyonê de Waliyê Colemêrgê, Midûrê Polîsan yê Bajar û Fermandarê Tûgayê jî li herêmê bûn.