Li Colemêrgê hêjmara kuştiyên tîmên taybet gihişt 3’an

Li Colemêrgê hêjmara kuştiyên tîmên taybet gihişt 3’an

Di pevçûna navbera tevgera tîmên taybet yên di demjimêrên şevê de li gundê Dêzê yê ser bi Colemêrgê ve derketibûn operasyonê û gêrîlayên HPG’ê de hêjmara kuştiyên tîmên taybet giha 3’an.

Di navbera leşkerên artêşa Tirk yên di demjimêrên şevê de li gundê Dêzê yê girêdayî Colemêrgê derketinbûn operasyonê û gêrîlayên HPG’ê de pevçûnê rû dabû. Di pevçûnên dijwar yên li herêmê derketîn de hêjmara kuştiyên tîmên taybet giha 3’an.

Di pevçûnê de hêjmarek gelek tîmên taybet jî birîndar bûn. Birîndar bi 6 ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, li ber nexweşxaneyê polîsan êrîşî rojnamevana kir. Polîsên ku makîneya wêneyan ya hinek rojnamevana şikandin, gule reşandin hewayê û rojnamevan ji baxçeyê nexweşxaneyê derxistin.