Li Colemêrgê di serdegirtina malan de 9 kes welatî hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin bi îdîaya tevlî çalakiyan bûne hatin binçavkirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê li taxên Pehlîvan, Halîfe Dervîş û Yenî di ser gelek malan de girtin. Di serdagirtinan de 9 welatî hatin binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin evin: Lokman Akan, Husnu Aşkan, Rahmi Aşkan, Huseyin Aşkan, Nebi Gok, Îlhan Dayan, Resul Îde, Musa Temel û Şirîn Kaya.
Welatiyên hatin binçavkirin bi îdiaya tevlî çalakiyên civîkî bûne hatin binçavkirin. 9 kesên hatin çavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê.