9 kesên ku li Colemêrgê di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û anîbûn Wanê, derxistin dozgeriyê û ji wana 4 kes hatin girtin û şandin girtîgehê.
4’ê Kanûnê li taxên Pehlîvan, Halîfe Dervîş û Yenî yên Colemêrgê polîsan di ser malan de girtibû û kesên binavê Lokman Akan, Husnu Aşkan, Rahmî Aşkan, Huseyîn Aşkan, Nebî Gok, Îlhan Dayan, Resûl Îde, Mûsa Temel û Şirîn Kaya binçavkiribûn. Piştî karûbarê wan yê fermî li emniyetê bidawî bû sewqî Wanê kiribûn û derxistibûn dozgeriyê.
Li dozgeriyê piştî îfadeyan 5 kes serbest berdabûn, Husnu Aşkan, Huseyîn Aşkan, Şirîn Kaya û Îlhan Dayan bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar ya Cezayê Giran kirin. 4 kes bi îdîaya “Li gel ku ne endamên rêxistinê ne, li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin girtin û şandin girtîgehan.