Li Colemêrgê 3 HDP’î hatin binçavkirin

Di encama serdegirtina avahiya HDP’ê ya Bajarê Colemêrgê Hevserokê HDP’ê yê Navenda Navçeyê Asim Ozcam, Rêveberên HDP’ê Rehmî Kurt û Hevserokê DBP’ê yê Navenda Navçeyê Gokhan Ceylan hatin binçavkirin, poster û al hatin desteserkirin.

Piştî êrîşa li hember meşa rêxistina HDP û DBP’ê ku li bajarê Colemêrgê ji bo piştgirîkirina berxwedana li dijî êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê ku 24 roj in li ser navçeya Gever a Colemêrgê didomin û balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîsan avêtibûn ser avahiya HDP’ê ya bajêr û lêgerîn dabûn destpêkirin.

Serdegirtin nêzî 2 saetan berdewam kir, Hevserokê HDP’ê yê Navenda Navçeyê Asim Ozcam, Rêveberê HDP’ê Rehmî Kûrt, Hevserokê DBP’ê yê Navenda Navçeyê Gokhan Ceyhan hatin binçavkirin. Di serdegirtinê de di avahiya HDP’ê de lêgerîn hate kirin û ji her alî ve avahiya rêxistinê hate tevlîhevkirin. Posterên Ocalan û şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan, pankartên KJA, alên HDP’ê, belavokên destan û kompîter hatin desteserkirin.

Li aliyê din di saetên nîvro de di êrîşên li hember meşê de Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Metîn Besî, Mûrat Kûrt, A.K yên hatin binçavkirin hê jî li Emniyetê ne.