Li Cizîrê zêdetirî 280 sivîl hatin kuştin

Platforma Hiqûqnasên Demokratîk, derbarê wêran û komkujiyên ji ber qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê pêk hatin de pêş raporek weşand.

Platforma Hiqûqnasên Demokratîk, derbarê wêran û komkujiyên ji ber qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê pêk hatin de pêş raporek weşand. Li gorî rapora ku bi hevdîtina 376 malbatan pêk hat tê de zarok, pitik, jin, kal û pîr zêdetirî 280 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Parêzerên endamên Komaleya Hiqûqnasên Azad û Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê derbarê komkujî û talana hêzên dewletê ku li navçeya Cizîra Şirnexê dema qedexeya derketina kolanan de pêk anîn raporek amade kir. Pêkhateyên Platforma Hiqûqnasên Demokratîk ku pêşlêkolîna rapora xwe bi raya giştî re parve kirin ragihandin ku wan di pêşlêkolînê de tene mînakên taybet û taybetiyên bûyeran aşkere kirine.

Parêzer Newroz Uysal a li ser platformê daxuyanî da da zanîn ku wan li Cizîrê bi 376 malbatan hevdîtin pêk anîne û di malên lê hevdîtin pêk anîn de ne 143 bûyerên mirinê pêk hatine. Uysal destnîşan kir ku 122 cezane li Cizîrê, 42 cenaze jî li bajarên cüda hatine definkirin û 178 cenaze birine bajarên din û wiha got: “Ji zêdetirî 150 cenaze jî hatine şewitandin.”

Uysal got ku ew ê di demên pêş de kite kitên raporê jî bi raya giştî re parve bikin.”

Piştî Uysal, parêzar Esra Salmanli axivî û bal kişand ser komkujiyan û got ku bûyerên pêk hatine cureyekê îşkenceyê ye. Salmanli di pêşlêkolîna peşkêş kir de sernavan wiha rêz kir:

*Di qedexeyên di navbera dîrokê 14.12.2015 - 02.03.2016 pêk hatin de tê de jin, pitik, zarok, pîr û kal heyî zêdetir 280 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku gelek cenaze hatine şewitandin û şandine bajarên cuda hêjmara kesên hatine kuştin ne zelal e.

*Her wiha bi sedan beyan û agahiyên derbarê binpêkirina mafên jiyanî, îhlala laşan, koçberiya bi dara zorê, nedestûrdayîna pêşwazîkirina pêdiviyên mirovî, îşkence, nijadperestiyê ya ku ji aliyê tîmên taybet û nîşangeran re hatine kirin di destê me de heye. Ligel ku kite kitên van werin ronîkirin jî ev operasyon û “Qedexeya derketina kolanan” a li Cizîrê ji bo hemû niştecihên navçeyê di çarçoveya îşkenceyê de divê were hesibandin. Dema bi kurahî ev îhlal werin lêkolînkirin, îxtimala sucên li hember mirovahiyê derdikeve holê û ev jî hêjayî lêkolînê ye.

*Kesên li Cizîrê dijîn bi dara zorê bi koçberiyê re rû bi rû mane. Topên tankan ku li hember kuçe, tax û malên kesan hatine avêtin jî parçeyek koçberiya bi dara zorê ye. Şiklê sêpana qedexeyê û operasyonan, teknîka li Cizîrê hat bikaranîn bi temamiya niştecihan xistiye çarçoveya “terorist” û “potansiyel terorist”. Gelê Cizîrê hê jî tê kirimînalîzekirin. Li gorî hêzên ewlehiyê ketina Cizîrê jî wek gumana sucê tê dîtin û kes muameleya gumanbar dibînin.

*Piştî danê rojê qedexe hat rakirin di jêrzemîn, baxçe, mal, derdorên çeman de hestûyên mirovan, perçeyên teqemeniyê, gule û rêçên xwînê hatin dîtin. Her çiqas li hember daxwaza lêkolînkirina van daxwaza me nîvco hatibe pêşwazîkirin jî gelek daxwaz nehatin pêşwazîkirin. Ligel ev qas kuştinên sivîl, birîndarkirin û wêrankirina malan di holê de ye jî ji bo lêpirsîna kiryaran de gavek nehatiye avêtin. Hat tespîtkirin ku hêzên ewlehiyê ku bûn sedema ev qas binpêkirina mafan wê neyên darizandin.