Li Cizîrê xebata mînak a şaredariyê: Şaredariya Gel a Dêrik

Li Cizîrê xebata mînak a şaredariyê: Şaredariya Gel a Dêrik

Dêrik yek ji bajarên Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Nifûsa wê di navbera 45-50’î hezarî de ye; lê belê bi Şengaliyên ji ber hovîtiya DAIŞ xwe rizgar kirine, hatine Kampa Newroz û li hin gundan bi cih bûne nifûsa wê zêde bûye.

Rêveberiya xweser di heman demê de Dêrikê di xebatên şaredariyê de wek model nîşan dide.

33 KOMUN AVA BÛN

Rêgeza herî esasî ya şaredariyê beşdarkirina gel e. Ji bo vê jî ji niha ve gelek gavên girîng hatine avêtin. Bajêr dabeşî 5 herêman hat kirin û 33 komun hatin avakirin.

Komun ji beşdariya her kesî re vekiriye. Lê belê hin şert hene; rêzgirtina ji nirxên gel re. Em bi gotineke din bêjin. Divê mirov di nav gel de aciziyê çêneke.  

Komunên di hefteyê de carekê kom dibin, eger bixwaze li herêma xwe tiştekî bike, di civînê de tîne ziman û dike biryar. Paşê radigihîne meclîsa bajêr. Meclîsa bajêr û komun piştî biryara şêwazê çêkirina kar digirin pêşkeşî saziya pêwendîdar a Şaredariya Gel dikin. Şaredarî li gor derfetên xwe hewl dide pêk bîne.

LI GOR PÊDIVIYAN RÊGEZA MEAŞ

Ji 100 xebatkarî zêdetir di şaredariyê de dixebitin. Xebatkaran demeke zêde tu heqdest wernegirtin. Lê belê piştî şaredariyê derfet ava kirin, kêm be jî heqdestekî ku jiyana xebatkaran hêsan bike hat dayîn. Li vir rêgez li gor pêdiviyan e. Ji bo kesên nezewicîne 15 hezar, ji bo kesên zewicî 20-25 hezar meaş tê dayîn. Li gel vê alîkariya zad û qut jî tê dayîn.  

PIRSGIRÊKA AV Û ELEKTRÎKÊ DI ASTEKE ZÊDE DE ÇARESER BÛ

Şaredariya Dêrikê di asteke zêde de pirsgirêkên av û elektrîkê çareser kiriye. Elektrîka nexweşxaneya bajêr 24 saetan heye.

Ji bo avê bi rêya jeneratorên li ser bîran, elektrîk qut jî bibe av qut nabe.

Li Dêrikê der barê paqijiyê de hin tabela bala mirovan dikişîne.

Ji hezar qutiyên çopê sed qutî li Kampa Newroz hatin bicihkirin.

DI XIZMETÊ DE PEREYEKÎ KÊM

Şaredariya Gel a Dêrikê heta niha ji bo elektrîkê pere ji gel wernegirtiye. Van rojan xebatên avakirina saziya elektrîkê didomin. Piştî vê xebatê bi armanca bi baldarî bikaranîna elektrîkê wê bi awayekî temsîlî pereyê elektrîkê bê stendin. Ji bo paqijî û avê jî her ji 2 mehan wê 500 lîra bê stendin.

Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi çêkirina rêyên gundan kiriye û ji bo kanalîzyonê boriyan datîne.

Şaredarî ji fêrbûnên ji dema rejîma Esad mane biguhere jî komunan û civînên perwerdeyê yên gel pêş dixe.

HEWL TÊ DAYÎN JIN JI HUNDIRÊN MALAN BÊN DERXISTIN

Şaredariya Gel a Dêrikê ji bo jinan jî dest bi xebatan kiriye.  

Yek ji xebatên destpêkê ev e ku jinên kedkarên malan li derve beşdarî xebatan bibin. Li gel vê xebatên jinên hevserên xwe winda kirine hatin kirin. Xebatkarên şaredariyê mal bi mal geriyan û jinên hevserên xwe winda kirine tespît kirin û daxwaza wan a ji şaredariyê pirs kirin. Ji bo xebatên jinan kooperatîf tên avakirin.

Tê armankirin ku kooperatîfên çandiniyê yên nêzî hezar jin karibin bixebitin bên çêkirin. Li gel vê  firineke ku têde kek û paste bên çêkirin jî di rojevê de ye. Şaredariya Gel a Dêrikê ji bo jinên Şengalî yên li Kampa Newroz jî dest bi xebatên perwerdeyê û civakî kiriye.