Li ser riya Cizîr-Nisêbînê wesayîteke qulipî û 5 kes jiyana xwe ji dest dan. Malbata Artunç ya ku ji Çewlikê çû navçeya Cizîrê ya Şirnexê dema vedigeriyan malê qezaya trafîkê kirin.
Di encama qezaya trafîkê ya li se riya Cizîr-Nisêbînê pêk hat de Kenan Artunç (24), Huseyîn Artuç (34) Adnan Doner (35), Burak Artunç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Şadîye Arunç, Gonul Artunç, Taha Artunç jî birîndar bûn.
Taha Artunç jî li nexweşxaneya dewletê ya Cizîrê ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku Gonul Artunç mêjiyê wê miriye. Şadiya Artunç jî rakirin nexweşxaneya Batmanê ya Medîcal Park.
Şaredariya cizîrê ji bo 5 kesên jiyana xwe ji dest dan seferber bû û bi ambulans û wesayîta cenazeyê şandin Çewlîkê. Cigirê şaredar Nesîm Guven, midûrê Karên civakî û çandî ya şaredariya cizîrê jî ligel cenazeyan çûn.