Weke li gelek bajaran li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî şeva din 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê bi fişekên hewayî hate pîroz kirin. Gelê ku rêya Navnetewî li trafîkê girtin û bend danîn, li dijî polîsên êrîş kirin bi kevir, fîşekên hewayî û molofan bersiv da.
Pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê weke li gelek bajaran çêbûyî şeva din li navçeya Cizîr ya Şirnexê jî biheybet hate pîroz kirin.
Şeva din gelê ku rêya Îpekê ya navnetewî li trafîkê girtin û li ser rêya Hezex-Cizîrê bend danîn, jib o Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê slogan avêtin û dest bi pîrozbahiyê kirin.
Dema ku pîrozbahiyê bi hemû coşa xwe berdewam dikir, polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA’yan êrîşî gel kir, gel jî bikevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiv da.
Pevçûnan heya direngî şevê dom kirin, li taxên Cûdî, Nûr û Sûrê li ser êrîşa polîsan ya bi bombeyên gazê û ava şid, gel jî bi kevir, fîşekên hewayî bersiv da. Ji ber teqandina fîşekên hewayî esmanên Cizîrê renga reng bûn, hate ragihandin ku di pîrozbahiyê de çek jî hatin teqandin.