Li Cizêrê ciwanên ji bo çalakiya birçîbûnê çalakî li dar xistin, şevê kontrola nasnameyan kirin. Polîsan bombeyên gazê avêtin qada ciwanan kontrola nasnameyan dike, ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiva polîsan da. Pevçûnan heta derengî şevê berdewam kir. Çalakvanan dîrekê mobeseyê birîn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanan ji bo piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê riya Hezexê ji trafîkê girt û kontrola nasnameyan kirin. Ciwanan li ser kolanan jî barîkat danîn û bi dehan wesayît rawestandin. Komeke ciwanan kontrola nasnameyan kir û komekê jî dîreka kamerayên mobeseyê birîn.
Piştî demekê ciwanan dîreka kamerayê birî û avêtin nava kolanê. Polîsan bi 6 wesayîtên zirxî û 2 TOMA'yan xwest êrîşî ciwanan bikin. Ciwanan jî bi barîkatan rê ji trafîkê girtin û pevçûn qewimîn. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî, kevir , molotofan û bombeyên deng bersiv dan. Di pevçûnan de ciwanan sloganên "Bijî berxwedana zîndana" û "Bê Serok jiyan nabe" qêriyan. Ji ber bombeyên gazê gelek welatî bandor bûn. Konê şînê yê welatiyê duh di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da jî ji ber bombeyên gazê bandor bû.
DÎREKE MOBESEYÊ BIRIN EMNIYETÊ
Pevçûnên di navbera polîs û ciwanan de heta derengî şevê berdewam kir. Polîsan dîreka mobeseyê ya ji aliyê çalakvanan ve hate birîn, birin Midûriyata Polîsan ya Navçeyê.